Supasalarê Pêşmerge: PKKê êrîşî xaleke kontrolê ya Pêşmerge kir
Vê êvarê di navbera Xelîfan û Bêxme de hejmarek çekdarên PKKê teqe li xaleke kontrolê ya Pêşmerge kirin.
Hewlêr (K24) – Supasalarê Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; vê êvarê di navbera Xelîfan û Bêxme de hejmarek çekdarên PKKê teqe li xaleke kontrolê ya Pêşmerge kirin.
Cemal Mihemed Umer Êmînkî di daxuyaniya xwe de ragihand; vê êvarê 26ê Tîrmeha 2021ê di navbera Xelîfan û Bêxme de hejmarek çekdarên PKKê teqe li xaleke kontrolê ya Pêşmerge kirin û Pêşmerge jî bersiva êrîşê daye û li gor zanyariyên destpêkê di encama bûyerê de ziyan hene.
Ev êrîşa PKKê piştê wê yekê hat ku roja 24ê Tîrmeha 2021ê, Supasalarê Pêşmerge Cemal Mihemed Umer Êmînkî hişyarî dabû PKKê û ragihandibû ku hêzên Pêşmerge dê bersiva her êrîşekê bidin.