34 gund ji ber şewata li Antalya hatine valakirin

Kesekî jî canê xwe ji dest daye û agir bi dehan xaniyan ketiye.

Agirê li navçeya Aksekî ya Antalyayê
Agirê li navçeya Aksekî ya Antalyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şewta li navçeya Aksekî ya Antalyayê derketiye, gihişt gundên navçeya Manavgatê. Heta niha 34 gund ji ber şewatê hatine valakirin û kesekî jî canê xwe ji dest daye.

Şewata ji duh nîvro ve li navçeya Aksekî derketî ji ber leza ba jî, gihişt nava gundên navçeya Mavgatê. Heta niha agir bi dehan xaniyan ketiye. Herwiha bi dehan otomobîl şewitîne, zerer û ziyaneke mezin gihiştiye bax û rezên navçeyê.

Li gor daxuyaniyên fermî 62 kes ji agir bandor bûn, 57 kes jî ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin. Herwiha 34 gund jî hatine valakirin.

Wezîrê çandinî û daristanan ê Tirkiyê Bekir Pakdemîrlî jî diyar kir ku welatiyekî 82 salî ji ber şewatê canê xwe ji dest daye.

Pakdemîrlî got jî, tîmên vemirandina agir bi beşdariya 3 firoke, 29 helîkopter û 1832 karmendan hewla kontrolkirina şewatê didin.