Qubad Talebanî bû Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî
YNK û Tevgera Gorranê Qubad Talebanî wek Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê destnîşan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîna îro ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê de, Qubad Talebanî wek Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hat destnîşankirin.
Îro 29/7/2021 YNK û Gorran bi serokatiya Bafil Talebanî û Omer Seyid Elî li baregeha Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê civiya. Di civînê de hat lihevkirin ku Qubad Talebanî bibe Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî ji ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê.
Piştî civînê, YNK û Gorranê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat: “Mijara sereke ya civînê, guftûgokirina li ser dawî guhartin û pêşhatên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Qubad Talebanî wek serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimanî hat pesendkirin û her du aliyan tekezî li piştevanîkirina wî û serxistina hevpeymaniyê kirin. Di wê çarçoveyê de jî, biryar hat dayîn komîteyên hilbijartinan û hevahengiya di navbera her du aliyan de werin aktîvkirin.”
Pêştir jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê rêkeftinek îmze kiribû ku bi yek lîsteyê beşdariyê di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de bikin ku biryar e 10/10/2021ê birêve biçe.