Eco Iraq: Ziyana êrîşa li ser kêlgeha Kormorê rojane 4.15 mîlyon dolar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewanegha "Eco Iraq" ragihand, ziyana darayî ya texmînkirî ya ji ber rawestandina berhemanînê li kêlgeha gazê li kêlgeha Kormorê ya li Herêma Kurdistanê, rojane ji 4.15 milyon dolarî derbas dibe. Ev ziyan ji rawestandina berhemanîna gaza sirûştî, gaza malan (LPG) û gaza tîr pêk tê.

Rewangeha Eco Iraq îro 10ê Mijdara 2026an di raporeke xwe de diyar kir ku kêlgeha Kormorê berî were armanckirin, rojane nêzîkî 700 milyon pê sêcar gaza sirûştî berhem dianî. Li ser bingeha nirxê texmînkirî yê 3.3 dolaran bo her milyon pê sêcar, bihayê vê berhemanînê rojane nêzîkî 2.31 milyon dolar e.

Li gorî zanyariyên heman çavdêriyê, kêlgehê rojane nêzîkî 1,400 ton gaza şil (LPG) ku wekî gaza malan tê naskirin berhem dianî. Bi nirxê texmînkirî yê 720 dolarî bo her tonekê, nirxê vê beşê digihêje nêzîkî 1 mîlyon û 8 hezar dolarî di rojekê de.

Her wiha di amarên Eco Iraqê de hatiye diyarkirin ku rojane nêzîkî 22 hezar bermîl gaza tîr dihat berhemanîn; bi bihayê 38 dolaran bo her bermîlekê, rojane digihêje 836 hezar dolarî.

Rewangehê bal kişand ser wê yekê ku ev hejmar tenê zirarên rasterast ên berhemanînê ne; xercên rawestana şîrketan, heqê xetên veguhastinê û ziyanên nerasterast ên ji ber kêmbûna sotemeniyê li santralên elektrîkê ne di nav van xisaran de ne.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ji ber qutbûna gaza kêlgehê, berhemanîna elektrîkê bi rêjeya 2,500 heta 2,700 megawatan kêm bûye. Sedema vê yekê ew e ku piraniya santralên sereke yên berhemanîna elektirîkê pişta xwe bi gaza Kormorê girê didin.

Kêlgeha gaza Kormorê ku dikeve sinorê navçeya Çemçemalê, şeva Yekşema borî bi rêya dronekê hatibû armanckirin. Tevî ku ziyaneke canî çênebû, lê ji ber êrîşê proseya veguhastin û berhemanîna gazê bi temamî hate ragirtin.

Kormor yek ji mezintirîn û girîngtirîn kêlgehên gazê yên Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê kompanyaya "Pearl Petroleum" ve (bi tevlîbûna her du şîrketên Îmaratî Dana Gas û Crescent Petroleum) tê birêvebirin. Li gorî zanyariyan, di nava salên 2025 û 2026an de ev kêlgeh 12 caran bi mûşek û dronan hatiye armankirin.