Li Hewlêrê 10 navendên vaksîna Pfizer têne vekirin
Rêveberiya Xweparêziyê ya li Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand; 10 navendên din ên lêdana vaksîna Pfizer li parêzgeha Hewlêrê têne vekirin.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Xweparêziyê ya li Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand; 10 navendên din ên lêdana vaksîna Pfizer li parêzgeha Hewlêrê têne vekirin.
Rêveberê Xweparêziyê yê li Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê Serheng Cambaz ji K24ê re diyar kir: “Niha pênc navendên lêdana vaksîna Pfizer hatine vekirin û hefteya bê jî pênc navendên din jî têne vekirin.”
Serheng Cambaz eşkere kir: “Heta niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 65 hezar kesan doza yekem a vaksînê wergirtine û nêzîkî 48 hezar kes jî du dozên vaksînê wergirtine.”