Li Kerkûkê operasyoneke deh rojî li dijî DAIŞê tê encamdan

Li sê parêzgehên Kerkûk, Diyale û Tikrîtê hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li dijî çekdarên DAIŞê operasyon encam didin.

Kerkûk (K24) – Li sê parêzgehên Kerkûk, Diyale û Tikrîtê hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li dijî çekdarên DAIŞê operasyon encam didin, operasyon dê heta 10 rojan berdewam bibe, biryar e di çend rojên bê de hemahengî ligel hêzên Pêşmerge were kirin ji bo encamdana operasyona hevbeş.

Li parêzgeha Kerkûkê bi dehan otomobîlên serbazî yên artêşa Iraqê, li çar aliyên bajêr li benda fermana serbazî ne, da ku dest bi operasyonên xwe yên li dijî çekdarên DAIŞê bikin. Ferman li wan hatiye dayîn ku bi hûrgilî cihên çekdarên DAIŞê bibînin.

Fermandarê li artêşa Iraqê Îmad Semîm li ser vê mijarê diyar kir: “Li gor zanyariyên îstixbaratî yên li sînorê me, li van cihan gumana me heye ku DAIŞ lê bin, bi taybetî bi şevan liv û tevgerên biyanî li van deran hene, gumana me ew e ku DAIŞa terorîst be.”