Mesrûr Barzanî pêşwazî li li şandeke bilind a Partiya El-Umme ya Iraqê kir
Di civînê de, dawî pêşhatên Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31/7/2021 pêşwazî li şandeke bilind a Partiya El-Umme ya Iraqê bi serokatiya Sekreterê Giştî Mehmûd Husên El-Igêlî kir.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li pêwîstiya xweşkirina zemînê li ber hilbijartineke pak hate kirin ku maf û daxwaza tevahiya pêkhateyan misoger bike.
Şanda Partiya El-Umme pesnê helwesta Herêma Kurdistanê di mêvandarî û hevkariya bi sedan hezar koçberên parêzgehên Iraqî da ku bi aştî û azadî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Di mijareke din a hevdîtinê de, behs li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hate kirin.