Hikûmeta Iraqê: 200 milyar Dînar din ji Herêma Kurdistanê re tên şandin
Di civîna hikûmeta Iraqê de biryar hatiye dayîn ku 200 milyar Dînarên din ji Herêma Kurdistanê re werin şandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ragihand, di civîna kabîneya hikûmetê de bi piraniya dengan biryar hatiye dayîn ku 200 milyar Dînarên din ji Herêma Kurdistanê re werin şandin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ji K24ê re ragihand, pirsa budceya Herêma Kurdistanê di civîna kabîneyê de hatiye gotûbêjkirin û biryar li ser hatiye dayîn dê 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re werin şandin.
Herwiha Hesen Nazim got jî: “Hinek rêkarên teknîkî derbarê çawaniya wergirtina ji Wezareta Darayî mane, lê ya girîng ew e ku deng li ser hatiye dayîn û eger e di meha bê de ew 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re werin şandin.”
Li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, heta temambûna proseya hurgiliyên di dahatê û pişka Herêma Kurdistanê de, divê mehane Bexda 200 milyar Dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.