Mesrûr Barzanî peyamekê arasteyî Êzidiyan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo xizmetkirina bêhtir a Êzidiyan û vegera koçberên Şingalê.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo xizmetkirina bêhtir a Êzidiyan û vegera koçberên Şingalê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Bi hilkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejneke pir şad û bextewer be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Bi vê hilkeftê, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo xizmetkirina bêhtir a Êzidiyan û karkirin ji bo vegerandina koçberên Şingalê bo cih û warên wan û avedankirina deverên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî.”

Herwiha Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Hêvîdar im her sal ev cejn û hemû cejnên din bi xêr, xweşî, tebayî û bi giyanê pêkvejiyanê derbas bikin.”

 

Fly Erbil Advertisment