Piştî 7 salan jineke Êzidî diçe Mûsilê û hûrgiliyên revandina xwe vedibêje
Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Şingalê, bi hezaran çîrokên trajedîk ên kuştin, revandin, kirîn û firotana keç û jinan li şûn xwe hîştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Şingalê ku bi Fermana Şingalê ya sala 2014an tê binavkirin, bi hezaran çîrokên trajedîk ên kuştin, revandin, kirîn û firotana keç û jinan li şûn xwe hîştin.
Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê û derdora wê kirin û tawanên hovene anîn ser xelkê wê, mêr û ciwan kuştin û jin û keç revandin û li bazarên Mûsil, Reqa û hin navçeyên din firotin. Herwiha bi hezaran jî xelkê Şingalê koçber bûn.
Hediye Xwedêda, jineke Kurd a ji Şingalê û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin û gelek êş û azar dîtibû, piştî çend salan serdana Mûsilê, cihê lê hatiye revandin û hatiye zîndanîkirin kir û çîroka xwe vegot.
Hediye dibêje: “Destpêkê çekdarên DAIŞê em anîn Tileferê, piştre em birin hotela Galaksî ya Mûsilê. Em dora 50 jin û keçî bûn. Li vir xistin em odeyan û derî li ser me girtin û bi darê zorê em dibirin û destdirêjî li me dikirin.”
Hediye dibêje: “Em gelekî ji rû, rih, cil û çekên wan ditirsiyan. Wan bi kîn li me didan û darê zorê em dibirin. Çekdar, Siûdî, Misir û gelek welatên din bûn, lê yên pir Iraqî bûn.”
Hediye çîroka xwe bi bîr tîne û dibêje: “Piştre em li malên Mûsla Kevin belav kirin û em tê de hatin girtin. Kes nedikarî ji malê derketa, ji ber ku pasewan danîbûn û baregehên wan li vê derê hebûn.”
Hediye Xwedêda bi riya Kurdistan24ê re peyamekê arasteyî cîhan, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dike kar ji bo vegerandina keç û jinên Êzidî yên revandî mane bikin û çarenivîsa wan diyar bikin.
Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina roja 3ê Tebaxa 2019an de, roja 3ê Tebaxa 2014an wek roja Komkujiya Êzidiyan diyar kir, ji bo ji aliyê yasayî ve kar ji bo naskirina jenosayda Şingalê bê kirin û qurbaniyên wê tawana dirinde bêne qerebûkirin.