Şewat li 14 deverên 5 bajarên Tirkiyê 8 roj in didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşt roj in agirê daristanên rojavayê Tirkiyeyê nehatiye vemirandin. Şewat li 14 deverên 5 bajaran didome.

Li gor agahiyên dawî, li Antalyayê du, Muglayê 7, Denîzlî 2, Îsparta 2 û Aydinê yek şewat didomin. Li Antalyayê 7, li Muglayê jî kesekî canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya Giştiya Daristanan da xuyakirin, ji 28’ê Tîrmehê ve li 39 bajaran 174 şewat derketine û ji wan 160 hatine kontrolkirin. Di şewatê de 16 firoke, 51 helîkopter tên bikaranîn û 5250 karmendên vemirandinê kar dikin.

Wezîrê Tendirustiyê jî da xuyakirin, proseya dermankirina 47 birîndaran didome.