Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 ambulans ji bo Silêmanî û Helebce dabîn dike

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10 ambulans ji bo nexweşxaneyên parêzgehên Silêmanî û Helebcê hatin dabînkirin.

Hewlêr (K24) - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10 ambulans ji bo nexweşxaneyên parêzgehên Silêmanî û Helebcê hatin dabînkirin.

Fermangeha medya û zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10 ambulans bo nexweşxaneyên parêzgeha Silêmaniyê hatin dabînkirin.

Li gorî agahiyên fermangehê, ambulansên han ji bo nexweşxaneyên Helebce, Seyîd Sadiq û Silêmaniyê hatine dabînkirin.