Serokê Şaredariya Mîlasê: Şewat gihişt santrala termîk a Kemerkoyê

Li gor zanyariyan dengê teqînan ji wê santralê bilind dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) - Şewata li daristanên Mîlasê gihişt santrala termîk a Kemerkoy a li wê deverê. Şaredarê Mîlasê Muhammet Tokat ragihand ku santral tê valakirin. Li gor zanyariyan dengê teqînan ji wê santralê bilind dibe.

Li Tirkiyê şewatên li daristanan didomin, bi taybetî li devera Mîlasê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Muglayê, bi rojan e agir nayê kontrolkirin.

Şaredarê Mîlasê Muhammet Tokat li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku agir gihişt santrala termîk û got: “Santral niha bi temamî tê valakirin û niha siren lê dixin.”

Li Mîlasa Muglayê zêdetirî 5 roj e agir bi daristanan ketiye û Muhammet Tokat berî niha jî hişyarî dabû û gotibû ku li derdora santralê xendek tên kolandin û tankên hîdrojenê wek tedbîr tên rakirin, lê diyar kiribû eger bi piştgiriya balafiran agir neyê kontrolkirin, ew agir dê bigihêje santralên termîk û cihên niştecîbûnê.

Li wê deverê li Yenikoy û Kemerkoy jî santralên berhemanîna elektrîkê hene û li gor çavkaniyên xwecihî dengê teqînan ji santrala termîk a li Kemerkoyê bilind dibin.

Ji ber hişkesalî û bayê zêde, bi rojan e li Tirkiyê agir ketiye daristanan û her berdewam e.

Ji destpêka îsal ve li Tirkiyê zêdetirî 95 hezar hektarên zevî û daristanan şewitîn. Di navbera salên 2008-2020an de di heman demê de 13 hezar û 500 hektar şewitîbûn.

Fly Erbil Advertisment