Li Polandayê 50 penaberên Iraqî hatin desteserkirin
Fermangeha Pasevaniya Sînorî ya Polandayê ragihand; komeke mezin a penaberên neyasayî li deverên sînorî yên Polanda û Belarusê hatine desteserkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Pasevaniya Sînorî ya Polandayê ragihand; komeke mezin a penaberên neyasayî li deverên sînorî yên Polanda û Belarusê hatine desteserkirin.
Koma penaberan ji 62 kesan pêk hatiye û bi awayekî neyasayî derbasî nav sînorê Polandayê bûne.
Li gor daxuyaniya fermangehê; ev koma herî mezin a penaberên neyasayî bûye ku bi hev re li Polandayê hatine desteserkirin.
Hêzên Pasevaniya Sînorî ya Polandayê eşkere kiriye ku 50 kesên ji wan penaberên ku hatine desteserkirin, welatiyên Iraqê ne û 11 penaber jî xelkê Îranê ne û kesek jî ji welatê Kamerûnê ye.
Herwiha welatiyekî Ukraynayê jî ji ber derbasbûna sînor, hatiye desteserkirin.