Nêçîrvan Barzanî ligel Îbrahîm Reîsî civiya

Seroka Parlemena Kurdistanê Rêwaz Fayeq û şanda li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn

Hewlêr (K24) - Di roja duyem a serdana xwe ya Tehranê de, îro înê 06.08.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî civiya.

Di civînê de ku Seroka Parlemena Kurdistanê Rêwaz Fayiq û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin guftûgo kirin.

Her du alî balkişandin li ser peywendiyên dîrokiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û tekez li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danustandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.

Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijareke dinê girîng û hevbeşbûn, beşeke dinê civînê bûn.