Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Fayiq Tewfîq dike

Birîkarê berê yê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Fayiq Tewfîq îro li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya birîkarê berê yê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Fayiq Tewfîq, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya mamoste Fayiq Tewfîq, birîkarê berê yê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt min, xwedêjêrazî Pêşmergeyekî dilsoz û kesayetiyeke niştimanperwer bû.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pirsa û sersaxiyê li malbata wî ya têkoşer dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bi hemûyan bibexişe.”

Birîkarê berê yê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Fayiq Tewfîq îro ji ber nexweşiya Koronayê di temenê 88 saliyê de li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kiribû.