Li Tirkiyê pasek wergeriya û 14 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Balikesîrê yê Tirkiyê pasek wergeriya, di encamê de 14 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li bajarê Balikesîrê yê li rojavayê Tirkiyeyê, paseke rêwiyan ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de, 11 rêwî di cihê bûyerê de, 3 kes jî di nexweşxaneyan de canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Balikesîrê da xuyakirin, di bûyerê de 18 kes jî birîndar bûne.