Li Wanê 6 leşkerên Tirkiyê di teqçnekê de birîndar bûn
Li navçeya Şaxa Wanê, di encamê teqînekê de 6 leşkerên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Şaxa Wanê, di encamê teqînekê de 6 leşkerên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Li gor medya herêmî, li gundê Dingê yê Şaxa Wanê, di dema derbasbûna otomobêleke leşkerî de bombe teqiya. Di encamê teqînê de, 6 serbaz birîndar bûn.
Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneya Şaxê hatin veguhastin.