Wezîrê Daristanên Tirkiyê: Tenê li pênc navçeyên Muglayê şewat maye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê li pênc deverên Muglayê şewat didomin. Wezîrê Daristanên Tirkiyê da xuyakirin, niha tu şewatek li ser gund û bajarokan metirsî dirust nake.

Ji 28’ê Tîrmehê ve, li 47 bajaran 240 şewat derketin û ji wan 235 şewat hatin kontrolkirin. Tenê li pênc navçeyên Muglayê şewat didomin.

Ji ber şewatên Muglayê, li Aydinê şeş gund hatin valakirin. Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyeyê da xuyakirin, niha ji ber şewatan metirsî li ser tu gund û bajarokek nîne.

Wezîrê Bajêrvaniya Tirkiyeyê jî da xuyakirin, Li Muglayê 173 avahî û 230 xanî bi temamî herifîne. Xebatên tomarkirina ziyanan didomin.