Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sala nû ya koçî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, ji bo hemû misilmanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî bê.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe da bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhanê saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî bê.
Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
9ê Tebaxa 2021ê