Mezlûm Ebdî: Em li ser aramiya welatên cîran nabin gef

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî tekez dike, HSDê nebû û dê nebe ew hêza ku li ser aramiya welatên cîran bibe gef.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrieya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî tekez dike, ew bi Hevpeymaniya Navdewletî re di erkê yê li dijî DAIŞê de berdewam dibin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li Twittera xwe tekez kir, hêzên wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re di erkê yê li dijî DAIŞê de berdewam dibin.

Mezlûm Ebdî got jî: “HSD hêzeke Sûrî ye û erkê wê, berevaniya li destkeftên gelê Sûriyê ye. HSDê nabe û dê nebe ew hêza ku li seraramiya cîranên xwe bibe gef.”

Ev daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê piştî wê tê, fermandarekî HSDê yê bi navê Mehmûd Berxwedan gef li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge xwaribû û gotibû, ew ê li aliyê PKKê bin.