Li Herêma Kurdistanê 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2069 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2069 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 673 kes li Hewlêrê, 734 kes li Silêmaniyê, 488 kes li Duhokê, 70 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Raperînê û 2 kes li Gemriyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 967 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 258070
Mirin: 4970
Başbûn: 207193
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.