Rexistinên ziman banga bijartina dersa Zimanê Kurdî dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di pergala perwerdeyê ya Tirkiyê de di polên 5, 6, 7 û 8ê de xwendekarên ku bixwazin, dikarin dersa zimanê Kurdî bibijêrin û rêxistinên zimanê Kurdî jî bang li xwendekar û malbatên wan dikin ku dersa zimanê Kurdî bibijêrin û xwedî li zimanê xwe derbikevin.

Li Tirkiyê li gorî ku Wezareta Perwerdeyê destnîşan kiriye di polên 5, 6, 7 û 8ê de xwendekarên ku bixwazin dikarin wek dersa bijare dersa zimanê Kurdî bibijêrin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya bijartina dersa bijare di 3ê Rêbendanê de dest pê kir û dê heta 21ê Rêbendanê jî dê bidome. Di vî warî de jî rêxistinên zimanê Kurdî jî bang li malbat û xwendekaran dikin ku bila xwedî li zimanê xwe derbikevin û dersa zimanê Kurdî bibijêrin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî balê dikêşe ku bijartina dersa zimanê Kurdî çiqasî zêde be dê ewqasî bo zimanê Kurdî baş be û deriyên nû dê vebin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Dersa bijare ya zimanê Kurdî dikare bibe bingeh bo perwerdey zimanê Kurdî. Bijartina vê derse girîng e. Xwendekar bi vê yekê bi xwe bawer dibin. Keça min jî wisa ye. Hişmendî bi wan re çêdibe. Dersa bijare ne çareseriya her tiştî ye lê ew jî gaveke girîng e.”

Ji bo ku eleqe ji bo zimanê Kurdî zêde bibe û xwedî li ziman were derketin rêxistinên zimanê Kurdî kampanyayan jî li dar dixin. Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD jî radigihîne, bo xwendekarên ku dersa zimanê Kurdî bijartine dê dê ferhenga zimanê Kurdî û  pirtukên çîrokan ên Kurdî werin diyarîkirin. Rêveberê HEZKURDê Mehmet Saît Ozturk dibêje ew dixwazin zimanê Kurdî bi xwendekaran bidin heskirin û bala wan bikêşin.

Rêveberê HEZKURDê Mehmet Saît Ozturk dibêje: “Di sala 1920an de %100ê zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê diaxifîn. Lê îro piştî ku 100 sal ser derbas bune %20ê zarokên Kurdan dizanin bi zimanê xwe yê dayîkê biaxifin. Em dixwazin bala zarokên me bikêşin ser zimanê Kurdî û xizmeta wan bikin.”

Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê Ya Tirkiyeyê di sala 2021an de bo Dersa Zimanê Kurdî 3 mamoste tenê hatibûn wergirtin û niha girêdayî Wezareta Perwerdeyê 76 mamosteyên dersa zimanê Kurdî hene ku bi milyonan xwendkarên Kurd hene û 1500 mamosteyên dersa zimanê Kurdî jî li benda peywirdarkirinê ne.