Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyê: Şewata daristanên Mîlasê jî hat kontrolkirin
"Tenê li du cihan şewat berdewam e û yên din hemû hatine temirandin"
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyê ragihand; tenê li du cihan şewat berdewam e û yên din hemû hatine temirandin.
Nêzîkî du hefteyan e li çend bajar û deverên Tirkiyê agir bi daristanan ketiye û heta niha bi hezaran hîktar daristan şewitîne, gelek kesan canê xwe ji dest dane û gelek ajel mirar bûne û ziyanek mezin gihîştiye welatiyan û deverê.
Wezîrê Çandinî û Daristanên Tirkiyê Bekir Pakdemirlî îro ragihand, wan şewata daristanên bajarokê Mîlas yê Mûglayê kontrol kirine.
Pakdemirlî herwiha da zanîn; niha tenê şewata daristanên bajarokên Bodrûm û Koycegiz yên Mûglayê mane, ew jî xebatên temirandinê didomin.
Li gorî agahiyên wî wezîrê Tirkiyê, bi giştî 273 şewat hatine vemirandin û kontrolkirin.