Li Enqerê êrîş li dikanên koçberên Sûrî hate kirin
Li Enqereyê, di navbera du grûpên ciwanan a Tirk û Sûrî de alozî derket û welatiyekî Tirk ji aliyê koçberekî Sûrî ve hat kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Altindaxa Enqereyê, hejmareke zêde ji welatiyan, li dijî hebûna koçberên Sûrî daketin kolanan û hin komên nijadperestî jî êriş li dikanên koçberên Sûrî kirin.
Li parkeke Enqereyê, di navbera du grûpên ciwanan a Tirk û Sûrî de alozî derket û welatiyekî Tirk ji aliyê koçberekî Sûrî ve hat kuştin.
Ji ber vê xelkê navçeyê li cadeyên kombûn û nerazîbûn nîşan dan. Beşeke ciwanan jî li rêyan seytere danîn û nasname kontrol kirin û li welatiyên Sûrî geriyan. Komek nijadperestan jî êrişî dikanên welatiyên Sûrî kirin.
Qaymiqamê navçeyê bang li welatiyan kir, rê nedin alozî û tevliheviyan.
Di demên dawî de, bûyerên hember koçberên biyanî li Tirkiyeyê zêde bûne û piraniya partiyên dijbere, banga vegerandina koçberên Sûrî dikin