Fuad Husên: Em rê nadin Iraq bibe meydana şer

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar dike, Iraq piştevaniyê li destpêşxeriyên dîplomasî dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekez dike, ew rê nadin welatê wî bibe meydana şer.

Wezareta Derve yê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Fuad Husên di serdana xwe ya bo Pakistanê de ligel şandên dîplomasî yên welatên Erebî civiya û di çarçoveya wê civînê de ragihand, ew rê nadin Iraq bibe meydana şer û divê rêz li serweriya Iraqê were girtin.

Destnîşan kir jî, Iraq her hewlekê dide ji bo nêzîkbûn û hevahengî di navbera tevahiya aliyên Iraqî de were kirin û piştevaniyê li destpêşxeriyên dîplomasî dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li ser zêdetir hewl û hevahengiya di navbera welatên Erebî de kir, ji bo pêşbirina hewlên bihêzkirina pêwendiyan û kêmkirina aloyan di navbera gelên herêmê de.

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Iraqê de demekê de ye, di çarçoveya gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de hat ragihandin ku Amerîka dê heta dawiya salê re, hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne.

Di wê derbarê de jî, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihandibû, piştî bidawîbûna erkê wê, hêza OTH ya ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve, ji Iraqê vekişiya û vegeriya Kuwêtê.