Li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê 205 milyon kes derbas kir
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 205 milyon û 959 hezar û 886 kes bi vîrusa korona ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 205 milyon kesî borî. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 205 milyon û 959 hezar û 886 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tomarkirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan 36,4 milyon e.
Li pey Amerîka bi 32,1 milyon pêketiyan Hindistan, li dû wê jî bi 20,3 milyon pêketiyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4 milyon û 342 hezar û 769 kesan canê xwe ji dest dane.
Amerîka bi 619 hezar û 827 mirinên ji vîrusa koronayê ve li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 567 hezar û 862 mirinan ve Brezîlya tê.
Ev vîrus di dawiya sala 2019an de cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbasî welatên din jî bûbû.
Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dikin ku li Çînê 106 hezar û 353 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 848 kes bi wê mirine.