Boriyeke petrolê li Kerkûkê hat teqandin
Boriyeke petrolê li bajarokê Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê hat teqandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Boriyeke petrolê li bajarokê Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê hat teqandin.
Efserekî ji Polîsa Petrola Iraqê ji K24ê re ragihand, îro bîra petrolê ya hejmar 87 li gundê Sêbîran ê ser bi bajarokê Sergeranê, bi riya bombeyeke vedayî hat teqandin.
Got jî, agir bi wê bîrê neketiye, lê belê borî şikest û gelek petrol jê rijiya û belav bû.