Şingal.. Otomobîleke PKKê ji aliyê firokeyeke Tirkiyê hat bombebarankirin
Firokeyeke Tirkiyê îro otomobîleke PKKê li Şingalê armanc girt û di encamê de 3 serkirdeyên PKKê hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke Tirkiyê îro otomobîleke PKKê li Bazara Kevin a Şingalê armanc girt û di encamê de 3 serkirdeyên PKKê hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ji jêderekî ewlehiyê ya Şingalê ragihand, firokeyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li nava Bazara Kevin a Şingalê bombebaran kir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama bombebaranê de, 3 endamên PKKê hatin kuştin û 2 endamên din ên PKKê jî birîndar bûn.
Peyamnêrê me got jî, yek ji kuştiyan, fermandarekî bilind ê PKKê ye. birînên birîndaran jî giran e.