Şingal.. Otomobîleke PKKê ji aliyê firokeyeke Tirkiyê hat bombebarankirin

Firokeyeke Tirkiyê îro otomobîleke PKKê li Şingalê armanc girt û di encamê de 3 serkirdeyên PKKê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke Tirkiyê îro otomobîleke PKKê li Bazara Kevin a Şingalê armanc girt û di encamê de 3 serkirdeyên PKKê hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ji jêderekî ewlehiyê ya Şingalê ragihand, firokeyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li nava Bazara Kevin a Şingalê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê  me, di encama bombebaranê de, 3 endamên PKKê hatin kuştin û 2 endamên din ên PKKê jî birîndar bûn.

Peyamnêrê me got jî, yek ji kuştiyan, fermandarekî bilind ê PKKê ye. birînên birîndaran jî giran e.