Talîban: Şerê navxweyî bi dawî bû
Piştî serkeftina wan û kontrolkirina hemû Efxanistanê, berpirsên Tevgera Talîbanê yekem konferansa çapemeniyê saz kir.
Hewlêr (K24) – Piştî serkeftina wan û kontrolkirina hemû Efxanistanê, berpirsên Tevgera Talîbanê yekem konferansa çapemeniyê saz kir.
Berdevkê Îmarata Îslamî ya Efxanistanê Zebîhullah Mucahid diyar kir: “Efxanistan di rewşeke dijwar re derbas dibe. Em pîrozbahî li gelê Efxanistanê dikin, ev serkeftin şanazî ye ji bo xelkê Efxanistanê.”
Zebîhullah Mucahid destnîşan kir: “Îmarata Îslamî li ser bingeha rik û kînê naxebite. Beşek ji xelkê, ligel dagirkeran bûn, lê ji niha ve her tişt bi dawî bû û rola şer nema. Emîrê Misilmanan lêborîna giştî derxist. Di bin desthilata Îmarata Îslamî, dijminatiya me ligel kesî tune ye û şerê navxweyî bi dawî bû.”
Mucahid got: “Me paytext kontrol kir, hinek kes gumana wan hebû, lê ew şaş in. Hinek îdia hene, spas bo Xweda, em zanîn û me dît û çavkaniyên kêşeyên xwe zanî û me kontrol kir. Spas bo Xweda hêzên Îmarata Îslamî li hemû welat hene. Hebûna dîplomatkaran li Kabulê tiştekî siruştî ye.”