Lavrov: Şaşiya mezin a rojava li Efxanistanê ev bû

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijara vekişîna Amerîkayê û vegera Îmareta Îslamî ya Efxanistanê nêrîna xwe eşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijara vekişîna Amerîkayê û vegera Îmareta Îslamî ya Efxanistanê nêrîna xwe eşkere kir.

Sergey Lavrov li Zanîngeha Baltic a li Kaliningrad di axaftineke xwe de diyar kir: “Welatên rojava di wê yekê de têk çûn ku dixwestin nêrîna xwe ya demokrasiyê bi ser civaka Efxanistanê de bisepînin û çanda wî welatî li ber çavan negirtin.”

Lavrov destnîşan kir: “Em Efxanistanê gelek baş nas dikin, ez ji rastiya gotinên xwe bawer im. Em pêkhateyên wî welatî baş dizanin û ew jî encama hewla Amerîkayê ku çêkirina tiştê ku jê re digotin demokrasiya li wir.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku hîn zû ye li ser danîna hikûmeta Kabulê were axaftin.