Cihûyê herî dawî yê Efxanî: Ez ê li Efxanistanê bimînim

Cihûyê Efxanî yê bi navê Zabulon Sîmantov ku cihûyê herî dawî yê li Efxanistanê ye, dibêje ku ew ê li Efxanistanê bimîne û perestgeha xwe ya li paytextê biparêze.

Cihûyê herî dawî yê Efxanistanê Zabulon Sîmantov
Cihûyê herî dawî yê Efxanistanê Zabulon Sîmantov

Navenda Nûçeyan (K24) – Cihûyê Efxanî yê bi navê Zabulon Sîmantov ku cihûyê herî dawî yê li Efxanistanê ye, dibêje ku ew ê li Efxanistanê bimîne û perestgeha xwe ya li paytextê biparêze.

Zabulon Sîmantov ku 61 salî ye, ragihand; piştî Tevgera Talîbanê welat kontrol kir, biryar daye ku bimîne.

Sîmantov dibêje ku ew mala xwe terk nake, çimkî eger terk bike kes namîne perestgehê nûjen bike.

Hevjîna Zabulon Sîmatov û zarokên wî ji sala 1998an ve çûne Îsraîlê û ew bi tenê maye û ew nizane bi zimanê Îbranî biaxive.

Di sala 2005an de Îshaq Levî ku cihûyekî din ê Efxanî bû, koça dawî kir û niha tenê Zabulon Sîmantov maye.

Roja yekşema borî, paytexta Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talîbanê ve hat kontrolkirin, ku nêzîkî 6 milyon welatî tê de dijîn û Talîbanê bidawîbûna şerê navxweyî ragihand û lêborîna giştî ji bo hemû dijminên xwe yên çekdarî, siyasî û olî derxist.