Otomobîleke Rêveberiya Xweser li Qamişlo teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna otomobîleke ser bi Rêveberiya Xweser ve li ser riya Qamişlo û Amûdê de, du kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otomobîleke karmendên Rêveberiya Xweser li ser riya Qamişlo û Amûdê teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Rewangehê destnîşan kir, heta niha sedema teqîna otomobîlê nayê zanîn.
Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, ew otomobîl rastî êrîşekê hatiye û amaje bi ziyanan nekiriye.