Partiya DEVA: Divê desthilat xwedî li tendirustkaran derkeve
Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa tendirustkaran
Diyarbekir (K24) - Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê bal kişand ser rewşa tendirustkaran û hat amajekirin ku di pêvajoya pandemiyê de ji bo ku civak ji vîrusa koronayê were parastin bikaranîna vaksînê çiqasî girîng be başkirina şert û mercên tendirustkaran jî ewqas giring e ku li Diyarbekirê %80yê tendisrustakaran tûşî vîrusa koronayê bûne.
Şert û mercên tendirustkaran di rojeva partiyên siyasî de ye jî ku di vê çarçoveyê de Partiya DEVA ya Şaxa Diyarbekir ji bo ku balê bikşîne ser şert û mercên giran û zehmet a tendirustkaran li ber Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li Diyarbekirê ji destpêka pandemiyê ve rêjeyeke bilind a tendirustkaran tûşî vîrusa koronayê bûn.
Berpirsa Polîtîkayên Tendirustiyê ya Partiya DEVA a Şaxa Diyarbekir Melîs Kandemîr bang li desthilatê kir ku xwedî li tendirustkaran derbikeve.
Melîs Kandemîr ji K24ê re diyar kir: “Ji xwe sala borî tendirustkaran nekarî bêhnvedanê bikin û îsal jî bêhnvedana wan hat betalkirin. Divê dewlet şert û mercên wan baş bike û mafê çibe bide wan. Heta niha li Diyarbekirê %80yê tendirustkaran tûşî koronayê bûne. Ev yek dide nîşan ku çiqasî rewşa wan xeter e.”
Derbarê rewşa tendirustkaran de nunerên tendirustkaran jî amaje dikin ji dêvla ku desthilat şert û mercên kar ên tendirustkaran baştir bike, berovajiyê vê yekê barê wan girantir dike û ser de jî nikarin bêhnvedanê bikin.
Sekreterê Jûra Bijişkên Diyarbekir Mûstafa Mesût Kaya dibêje; wisa bidome dê di warê tendirustiyê de di pêşerojê de qeyranek din rû bide.
Mesût Kaya ji K24ê re eşkere kir: “Eger rewş wisa bidome dê pergala tendirustiyê bixetime. Sala borî jî di mehên tebax û mijdarê de rewş wisa bibû. Divê rexne û pêşniyar berçav werin girtin. Barê tendirustkaran gelek giran e. Beşên nû yên lezgîn bo dermankirinê tên vekirin. Bi vê yekê ve girêdayî divê tendirustkar jî werin zêdekirin”
Derbarê hijmara tendirustkaran de jî bal hate kêşan ku li Tirkiyeyê gorî welatên pêşketî hijmara tendirustkaran gelek kêm e û li gel vê tabloyê jî 650 hezar tendirustkaran bêkar in û di rewşa niha de jî pêwîstî herî kêm bi 50 hezar tendirustkaran heye ku divê desthilatê 8 meh in tendirustkarên nû wernegirtiye.