Tirkiyê otomobîlek li Kobanê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bê firokvan (drone) ya Tirkiyê otomobîlek li herêma Kobanê kir armanc û di encam de tenê ziyanên madî çêbûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneyeke artêşa Tirkiyê li gundê Sofyan li rojhilatê Kobanê otomobîlek armanc kir, bêyî ku behsa ti ziyanên canî bike.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, ew otomobîl a sivîlan bûye û ti ziyanên canî nebûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir jî, di 48 demjimêrên borî de, hêzên asmanî yên Tirkiyê 3 caran êrîşî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.

Li gor zanayariyên Rewangehê, roja 19ê Tebaxê jî droneyeke Tirkiyê baregeha Encûmena Til Temirê ya Leşkerî bombebaran kir û di encamê de 8 endam û fermandarekî wê encûmenê hatin kuştin.