Welatiyekî Efrînê kuştî li nava zeviyan hate dîtin
Çalakvanên Efrînê dibêjin ku ew ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye eşkencedan û kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Termê welatiyekî Kurd ê Efrînê kuştî li nava zeviyan hate dîtin û çalakvanên Efrînê dibêjin ku ew ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye eşkencedan û kuştin.
Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, şeva borî 22ê Tebaxê termê welatiyê sivîl Ridwan Rehîm Menan (50 salî) li nava zeviyên Efrînê kuştî hate dîtin.
Li gor zanyariyên wê navendê, Ridwan Rehîm Menan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin û berî kuştinê jî, rastî eşkencedanê hatiye.
Li gor zanyariyên wê navendê, Ridwan Rehîm Menan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye eşkencedan û piştre jî hatiye kuştin.
Wê navendê da zanîn, Ridwan Rehîm Menan ji gundê Mezin ê Efrînê ye û ji ber ku wî bi berdewamî daxwaza vegerandina mala xwe ji çekdaran dikir, hatiye kuştin.
Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin hovîtiya eşkenceya grûpên çekdar de tê kuştin, li gor çalakvanên Efîrnê, ji dema dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de û heta niha, zêdetir ji 50 welatiyên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.