Tirkiye zanyariyan li ser bombebarana li Pênciwîn û Şarbajêrê belav dike
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî radigihîne, wan 28 armancên PKKê li wê deverê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê Firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê gundên deverên Pênciwîn û Şarbajêr ên li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî radigihîne, wan 28 armancên PKKê li wê deverê bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê vîdyoya dema êrîşên asmanî belav kir ku Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar bi xwe serperiştiya êrîşê dike û ragihand, di operasyoneke asmanî de û bi hevahengiya ligel Dezgeha Hewakgiriya Niştimanî, li devera Asosê 28 armancên PKKê hatin jinavbirin.”
Di vê derbarê de Qaymeqamê Pênciwînê Zana Ebdulrehman ji K24ê re ragihandibû, îro demjimêr 06:00 çend firokeyên bêfirokvan gundên Kanî Mîran, Humeresênan û Wirya Awa yên ser bi Pênciwînê ve bombebaran kirin. Lê ti zanyarî li ser ziyanên canî tune ne.