Platforma Ked û Demokrasiyê roja çalakiya Roja Aştiya Cîhanî diyar kir

Diyarbekir (K24) – Platforma Ked û Demokrasiyê li Diyarbekirê ragihand, pîrozbahiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê di 4’ê Îlonê de, li qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi girseyî bê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandn ku 1ê Gulanê roja xwedîlêderketina aştiyê ye û bang û daxwazî hat kirin ku welatî ji bo ragihandin û berzkirina peyam û diruşmên xwe beşdarî di çalakiya roja aştiyê de bikin.

Berdevkê platformê Mustafa Bozkurt da zanîn, îro ji bo çalakiya Roja Aşitiyê ya Cihanî serîlêdan kirine û dê di 4’ê Îlonê de li qadan daxwaziyên xwe yên bidawîhatina şer û pevçûnan û pêkhatina aştiyê ragihînin.