Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Nadir Nadirov
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Profesor Nadir Nadirov kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Profesor Nadir Nadirov kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ji bo malbata Prof. Dr. Nadir Nadirov
Bi xemgîneyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya zana û kesayetê niştimanperwer ê navdar ê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov bihîst.
Ez sersaxiya we dixwazim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê