Li nêzîkî Hewlêrê çend gulleyên hawen ketin xwarê

Rêveberê Nahiya Quştepe ragihand; çend gulleyên hawen li nêzîkî gundên ser bi nahiya Quştepe ketin xwarê.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Nahiya Quştepe ragihand; çend gulleyên hawen li nêzîkî gundên Dolebekre, Doleze, Eliyawa, Teterawe û Baştepe yên ser bi nahiya Quştepe ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê.

Herwiha eşkere kir ku gulleyên hawen li çolê ketine û ti zirarên madî û giyanî tune ne.

Li ser vê mijarê çend medyayên ser bi Heşda Şeibî ragihandine ku bombebaran bi rêya 7 mûşekên 122 milîm hatine encamdan, lê belê li ser aliyê berpirsê bombebaranê ti agahî eşkere nekirin.

Di çend wêneyan de ku ji Kurdistan24ê re hatine şandin, derdikeve holê ku mûşek ji cûreya 122 milîm in.