Du hevjînên Kurd wek şêwirmend di artêşa Amerîka de kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du hevjînên Kurd, piştî bidawîkirina tevahiya perwerde û rahênanên leşkerî yên artêşa Amerîkayê, wek leşkerên pispor “Specialist” û şêwirmendên kulturî “Calture Advisor” hatin tayînkirin. Ligel karê xwe jî, Kurd û Kurdistanê û qurbaniyên Kurdan bi efser û leşkerên artêşa Amerîka didin nasîn.

Hewraz Serçel Celal ji K24ê re got: “Ew bi hevjîna xwe re karînli nadvdartirîn binkeya rahênana leşkerî “Fort Jackson” Carolina Başûr rahênanên cesteyî û zihnî û leşkerî yên artêşa Amerîka bi dawî bikin.”

Hewraz

Herwiha got: “Ez û hevjîna min Hêja Cebar Hemesalih, me rahênan li binkeya Fort Jackson wek leşkerê pispor û şêwirmendê kulturî bi dawî kirin.”

Hewraz

Diyar kir jî, niha ew take hevjînên Kurd di artêşa Amerîka de ne û ew wek şêwirmendên cengê li Leşkergeha “Fort Polk” li Louisiana dest bi kar kirine.

HEWRAZ

Hewraz û Hêja ji bajarê Silêmaniyê ne û ji sala 2012an ve li Amerîka dijîn, ew du hevjîn jî ji meha Nîsana 2020an tevlî artêşa Amerîka bûn û piştî bidawîkirina rahênan, niha bi fermî kar dikin.

Hawraz

Hewraz destnîşan kir jî, wan kariye Kurd, Kurdistan û qurbaniyên Kurdan bi gelek efser û leşkerên Amerîkî bidin nasîn. Herwiha ew wek du Kurd jî beşdariyê di boneyên kulturî de dikin.