Baroya Wanê daxwaz kir ku derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de lêpirsîn dest pê bike

Pêşkêşvana bernameyeke televîzyonê Dîdem Arslan Yilmaz, di bernameya xwe de axaftina jineke ku bi Kurdî diaxivî, qut kiribû.

Baroya Wanê derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de serî li Dozgeriya Komarî ya Wanê da
Baroya Wanê derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de serî li Dozgeriya Komarî ya Wanê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Baroya Wanê derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de serî li Dozgeriya Komarî ya Wanê da û daxwaz kir ku derbarê wê de lêpirsîn dest bike.

Pêşkêşvana bernameyeke Show TV ya Tirkiyê Dîdem Arslan Yilmaz, di bernameya xwe de, axaftina jineke ku bi Kurdî axivîbû qut kiribû û rê nedabû ku bi zimanê Kurdî biaxive. Piştre di bernameyê de gotibû "ev der Komara Tirkiyê ye û divê bi tirkiyeke baş û rast bê axaftin".

Ew helwest û gotinên Dîdem Arslan Yilmaz, ji aliyê saziyên sivîl yên Kurd ve û li ser medya civakî rastî bertekên berfireh hat. Saziyên ku xebatên Kurdî dimeşînin û welatiyên Kurd, bal kişandin ser wê yekê ku helwesta nijadperest û bê tehemuliya li hember zimanê Kurdî, bi vî rengî xwe didin der û nerazîbûn nîşan dan.

Baroya Wanê jî li ser wan nerazîbûnan serî li Dozgeriya Komarî ya Wanê da û daxwaz kir ku derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de lêpirsîn bê destpêkirin.

Dîdem Arslan Yilmaz di lêborîna xwe de jî anî ziman ku ew xelet hatiye fêmkirin û ji kesên nerazî, lêborîna xwe xwest.