Baroya Şirnexê li dijî Dîdem Arslan Yilmaz gilî vekir

Baroya Şirnexê: Dîdem Arslan Yilmazê li dijî zimanê Kurdî û gelê Kurd tawana cihêkariyê kiriye

Diyarbekir (K24) – Bertekên dijî helwesta Dîdem Arslan Yilmaz ya hember zimanê Kurdî her ku diçe zêde û berfireh dibin. Baroya Şirnexê jî derbarê helwesta dîdem Arslan Yilmaz de li Serdozgeriya Komarî Ya Şirnexê gilî kir.

Baroya Şirnexê ragihand ku derbarê Dîdem Arslan Yilmaz de ji ber cihêkarî, nefret, handana xelkê bo dijminahîyê banga tawana li Serdozgeriya Komarî Ya Cizîrê hatiye kirin.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz da zanîn ku wan di derbarê Dîdem Arslan Yilmaz a ku di qenalek a televîzyonê de li dijî  zimanê Kurdî û gelê Kurd tawana cihêkarî û nefrete kiriye giliyê wê li Serdozgeriya Komarî ya Cizîrê kirine.

Helwesta Dîdem Arslan Yilmaz a dijî zimanê Kurdî k udi bernameya xwe de cih nedabû beşdareka Kurd bi zimanê Kurdî biaxife û axaftina wê qut kiribû di medyaya civakî de û di nava saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê de rastî gelek bertekên tund hatibû û lêborîna xwe westibû lê di raya giştî de lêborîna Dîdem Arslan Yilmaz wek helwestek têr nehat dîtin û wek gaveke ne ji dil hatibû nirxandin.