Serkirdeyekî DAIŞê li Hewlêrê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Iraqê ragihand, bi alîkariya Dijeterora Kurdistanê, wan kariye serkirdeyekî DAIŞê li Hewlêrê desteser bikin.

Îro roja pêncişemê 26.08.2021ê Dezgeha Dijeterora Iraqê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir, bi hemahengiya Dijeterora Kurdistanê, wan kiriye serkirdeyekî rêxistina terorîstên DAIŞê desteser bikin.

Herwiha hatiye ragihandin jî navê wî tohmetbarê hatiye girtin jî Ebû Mensûr e û bi nasnameyeke sexte digeriya.