Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna Kabulê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqîna li Kabula paytexta Efxanistanê nîşan da.
Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hesabê taybet ê Twitterê, hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqîna li Kabula paytexta Efxanistanê nîşan da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê raguhand ku ew teqîna roja 26ê Tebaxa 2021ê ya li Balafirgeha Kabulê şermezar dikin, ku bûye sedema kuştina hejmarek welatiyên Efxanî û serbazên Amerîkayê.
Tekez jî kiriye ku ew hevxemiya xwe ji bo hemû malbatên qurbaniyên wê teqînê tînin ziman, ku di vê kiryara terorî de bûne qurbanî.
Duh li Balafirgeha Kabulê ya Efxanistanê xwekujekî DAIŞê xwe teqand û di encama bûyerê de zêdetirî 90 welatiyên Efxanî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûn. Di nav kuştiyan de hejmarek ji çekdarên Talîbanê û 13 serbazên Amerîkî jî hene.
We condemn Thursday’s terror attacks in Kabul that killed dozens of Afghan citizens and U.S. soldiers. Our thoughts and prayers are with the victims’ families and loved ones.
— Kurdistan Region Presidency (@KurdistanRegion) August 27, 2021