Amerîka berpirsê plansaziyê yê DAIŞê li Efxanistanê dikuje
Rêxistina “DAIŞ - Wîlayeta Xurans” berpirsatiya xwe di ber êrîşa li ser firokxaneya Kabulê de ragihandibû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi riya droneyekê berpirsê DAIŞê yê plansaziyê li rojhilatê Efxanistanê armanc kir.
Pêr Pêncşemê di teqîna li firokxaneya Kabulê de 13 leşkerên Amerîkî û nêzîkî 60 welatiyên sivîl ên Efxanî hatin kuştin.
Serokê Amerîka Joe Biden ragihand; rênimayên pêwîst ji Pentagonê re hatine dayîn, da ku planeke guncaw ji bo êrîşkirina ser serkirdeyên DAIŞê û kesên ku ji teqîna Firokxaneya Kabulê berpirs in, were danîn.
Femandariya Navendî ya Amerîka diyar kir, wan ew lêdan li herêma Nangarhar ya li rojhilatê Kabulê pêk aniye, lê diyar nekir eger pêwendiya wê êrîşê bi teqîna li firokxaneya Kabulê re heye yan na.
Ji aliyekî din ve, berpirsekî Amerîkî ku nexwast navê wî were aşkerekirin ragihand, di lêdanê de berpirsekî DAIŞê hat armanckirin ku wî plan ji bo êrîşan datanî.
Diyar kir jî, droneyek ji cureya “Reaper” ew berpirsê DAIŞê û endamekî din di otomobîlekê de armanc kir û ew her du hatin kuştin.
Ev di demekê de ye, rêxistina “DAIŞ - Wîlayeta Xurans” berpirsatiya xwe di ber êrîşa li ser firokxaneya Kabulê de ragihandibû.