Herêma Kurdistanê ji bo Fransayê xwedî pêgeheke mezin e
"Hatina Macron bo Hewlêrê bersivek e ji bo wan kesên ku wisa bawer dikin ku Herêma Kurdistanê û Iraqê, piştî vekişîna Amerîkayê dê bibe Efxanistaneke din."
Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'dî Pîre ragihand; hatina Macron bo Hewlêrê bersivek e ji bo wan kesên ku wisa bawer dikin ku Herêma Kurdistanê û Iraqê, piştî vekişîna Amerîkayê dê bibe Efxanistaneke din. Herwiha Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî eşkere kir; hatina serokekî din ê Fransayê bo Herêma Kurdistanê, tekezkirina girîngiya pêgeha Hewlêrê ye li navçeyê.
Hewlêr rawestgeha bê ya serdana Serokê Fransayê Emmanuel Mocron e. Fransa dostê qedîm û bi wefa yê gelê Kurdistanê ye. Macron dixwaze ji nêz ve Herêma Kurdistanê û serkirdetiya wê ya siyasî bibîne. Li gor nêrîna Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên, ev careke din tekezkirina pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê ye di hevkêşeyên siyasî yên navçeyê de.
Hatina Serokê Fransayê bo Hewlêrê piştî beşdarîkirina Lûtkeya Bexdayê pêk tê, ku li ser rewşa navçeyê û amadekariya ji bo pêşîlêgirtina her geşedaneke metirsîdar gotûbêj hat kirin.
Endamê Polîtburoya YNKê Se'dî Pîre ragihand; hatina Macron bo Hewlêrê bersivek e ji bo wan kesên ku wisa bawer dikin ku Herêma Kurdistanê û Iraqê, piştî vekişîna Amerîkayê dê bibe Efxanistaneke din.
Li cem Fransayê pêgeheke taybet a Herêma Kurdistanê heye, ji ber vê yekê beriya Macron, Serokê berê yê Fransayê François Hollande di germahiya şerê DAIŞê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serok Barzanî, li sînorê parêzgeha Neynewa serdana bereyên pêş ên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kiribû.