Macron gihîşt Hewlêrê û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicive
Serokê Fransayê îro berbangê gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê îro li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî û berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro berbangê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Biryar e Serokê Fransayê îro ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê de guftûgo bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Xweşhal im ku îro li Hewlêrê pêşwazî li hevalê xwe û Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir. Di çarçoveya serdana xwe bo Hewlêrê de, em ê pêweniyên dualî, hilbijartinên Iraqê û babtên din ên cihê girîgiya me ya hevbeş guftûgo bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand jî, “Spasiya berdewamiya piştevaniya Fransa bo Iraq û Herêma Kurdistanê dikim.”
Serdana Serokê Fransayê bo Hewlêrê di demekê de ye, çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku navçe di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û Iraq ber bi hilbijartinên pêşwext diçe ku biryar e di meha Cotmeha bê de werin kirin. Macron jî ragihand, ew wek Fransayê piştevaniyê li hilbijartineke pak dikin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî 28ê Tebaxê danê berbangê gihîşt Bexdayê û beşdarî Lûtkeya Bexdayê bû. Macron di gotarekê de jî piştevaniya welatê xwe ji Iraqê dubare kir û ragihand, divê hemû welatên navçeyê ji bo çespandina aramiyê li Iraqê hevkar bin.