Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 143 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 143 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 30 kes li Hesekê, 33 kes li Qamişlo, 18 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li kampa Holê, 19 kes li Reqayê, 27 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê, 2 kes li Kobanê û 8 kes li Dêrazorê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 19969 kesan, ji wan 1946 kes baş bûne û 780 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Fly Erbil Advertisment